Emîn Gerdîglanî

Xokird

Bi dengê: Emîn Gerdîglanî
Diyalekt: Soranî
93
Be destî xot be fîro bo dedey jîn û jyanî xot?
Şeqamî reş bibîne û têperînî satekanî xot!

Be ser şan û miltida nasepê azar û reşbextî
Heta xot hez nekeyt û ta wekû helnegrê şanî xot!

Be dest xote le dinya dîtnî kabûs û xewnî xoş
Îtir boçî be destî xot le dozex dawî gyanî xot?

Jyan bûmî sipî û dinya hemû rengêkî têdaye
Le dest xot daye filçe û wêneger her xotî, manî xot!

Leber çî hênde larêy û berew tarîkî xodekutî?
Ewey pêy reş debê dil, çawî reşbîne, dezanî xot

Be lêwî wîşkewe kewtûye rê, dexuşêy berew mirdin
Serit helgirtuwe û deşzanî tûnî xotî, kanî xot

Le eşkewtî sertida awî jîn qulpe û kefukulye
Xuda herxotî, ruh xotî, jyan û xizrî sanî xot!