Emîn Gerdîglanî

Zayeley Şax û Qîjey Gulebax

Bi dengê: Emîn Gerdîglanî
Diyalekt: Soranî
111
Berêwem û degerêm ta sinûrî em xake
Le çawim heldewerê esrî sûrî em xake

Le naxim heldequlê zayeley be tînî şax
Dilim buwe be henawî tenûrî em xake

Xezelwerêne nîgay bax û, gul werî pelkî
Jenînî dare le ser notî şûrî em xake

Legel henîskî gul û kanîy dil be xem, giryan
Çirînî baxe be qurgî temûrî em xake

Gilare şewnimî ser pelkî gul le qur werbûn
Le dûkela wine kulmey bilûrî em xake

Be qîjeqîj û zirîkey gulûk û wirdeçro
Çya dilî be gire û bote «tûr»y em xake

Le dûrîy tîşke, xewr girtî çawî awêne
Werîwe balî şiney sewz û sûrî em xake

Wenewşe ser be heşe û xo dernin gulbaxî
Beqed xudaye, xudaye sebûrî em xake