Emîn Gerdîglanî

Rabwardin

Bi dengê: Emîn Gerdîglanî
Diyalekt: Soranî
126
Bêzarim bêzarim bêzar
Lew dinyayey têda dejîn
Mirovî dîl û desxero
Ew dîlane çeşnî ajelî destemo
Dekewne dûy gize û deho û fêl û diro

Bêzarim bêzarim bêzar
Le mirovî bê endêşe û bê pinc û reg
Bo rabwardin hêndêkyan hezyan le şerekele şêre û hêndêkîşyan le şere seg

Be handanêkî zor sadeş be gij yektiryanda deken
Êmeş wek ew ajelane dinya xoran le yektirîman berdeden

Min bîr lewe dekemewe
Êmey gewcî
Mêşk xesîwî danîştûy em rojhelatey nawerast
Ke awa be kuşt û birî yektir fêrîn,
Mirovî xawen awezîn yaxo seg û keleşêrîn?