Emîn Gerdîglanî

Ala

Bi dengê: Emîn Gerdîglanî
Diyalekt: Soranî
121
Katê şepolî perçemit gir beserî şewa deken
Şew derewê zewî û sema, gul leberî hewa deken

Deşt û çya debin be gir, balî bizet ke derkewê
Çaw ziman û dil hemû, pêkewe ya xuda deken

To ke be nîw nîgayekit gir le cîhanê berdedey tawî bize û şebengî rût, çî le dilî çya deken

Dêy ke be koye nûrewe, şew dexzête jûrewe gyane le xew derasin û derkî dil awela deken

Derdekewê legel beyan katê giznigî rûy geşt
Şewnim û sewze naweket, pir be ger û hera deken

Taku xeyalî to legel em dile ’aşiqey mine bûkî wişe û perîy şî’ir, dên legelim sema deken

Derdekewê ke tîşkî rût şew le pesarî eşqewe
Berd û gul û kulo berew pîrî deron û radeken

Ba bişekê be nermeba, bejne ziraw û berzeket
Ew dem‌ ebînî deşt û ko çon xem û tem be ba deken

Şew derewêt û tîşkî rût pir le ewîn deka beyan
Şax û qelem le baweşî care gula sefa deken