Siruşt hewalêkî reşî
Be gwêçkemanda çirpanduwe
Rojgarî şûm le her layê
Kotrî xendey leser lêwî
Êmey hejar û mandûjîn toranduwe!
Ey ewaney herdem zîndûn
Talî û swêrî û azarçeştûn
Koçtan bergî matemêk bû
Kiraye ber dilî şar
Û aso bergî reşî poşî
Şalûrekan qurgyan bestira
Badey bêdengîyan noşî