Bênam Tahîrî

Were Saqî

Bi dengê: Bênam Tahîrî
Album: Vînos
Diyalekt: Soranî
89
Were saqî mestim ke zor dilim tenge
Yek le dway yek mey bêne melê direnge
Saqî were mestim ke to bê dilîy min meke
Yaran dilyan şikanûm toyş zulim meke

Şew heta roj min nanûm leber derd û xem
Zemane pîrî kirdûm bê yar û hawdem
Le des cewrî zemane min bûmete dêwane
Dinya dewran dewrane ey dad û bêdad

Felek rehmê be halim hoşim nemawe
Le des dost û yaranim cefam kêşawe
Hawar berim min bo kê dilim xwênî lê eçkê
Saqî meym bo bêne ba firmêsk netkê

Were saqî derûnim keyle lebo min bêne mey
Zalmî dewran kuştimî cefa ta be key
Nemawe sefakey caran nemawe xoşîyekey
Heta nemirdûm we firyam kewe dey
Ey xwa nemam sûtan ta be key