Be bêbakî demêkî hat û daxî kirdim û royî
Debê halî çi bê bulbul behar zor pêneçû royî?
Nîgar hat wa be xende, kewte dunya ah û naley min
Behar hat xunçe pişkût, dengî bulbul sû be sû royî
Fîraqim kird le paş to, hîç heyatim pê nema, qurban
Heyatî min ke toy, me’lûme namênim, ax namênim, namênim ke to royî
Leser maçêkî zarî xot ke netda reng nebû zîz bî
’ezîzim bê wefayît kird leser hîçî nebû royî
Xeraman hat û çû dulber, 'wefayî' ma be nakamî
Dirêxa ’umrî şîrînim çi zû hat û çi zû royî?
Honrawe: wefayî