Dilîşim çû gulîşim çû ke yarî gul’uzarim çû
Ax nema ’eyşim legel xoşî be taracî nîgarim çû
Behara feslî gul dabê seday* bulbule le her layê
Girînim sa semtûre* ke xunçey lalezarim çû
Eger îqlîmî hewt kîşwer hemûy genc û dûr û gewher
Be çîm nayête pêş menzere ke dûrî şahwarim* çû
Çi paşayî, çi derwêşî xemî ’eşqit eger noşî
Hemîşe mest û medhoşî ke dostî xemgusarit* çû
Ze’îf û zerdî payîzim le zistan yar gutî zîzim
Be ten bîmar û dilzîzim ke hawîn hat beharim çû
Be daxî derdî hîcranî le zebrî tîrî mujganî
Wehay kirdûme biryanî be ten rûhî rewanim çû
Honrawe: sanî
Serçawey deqî: laperey feysbûkîy şî’rî kurdî
*= le honrawey şa’îrda ew beşane be şêwey "selay", "girînim semtûre sa", "şehsewar" û "xemgusarim" hatuwe.