
Dil le hesret xemzekey dû nêrgisî pir xewtewe
Wek xemî zulifit ’ezîzim, çû berûda kewtewe
Men’î sûtanim eken min be şewqî rûmetî çon nesûtim
Çon nesûtêm min be agir, ew be barî newtewe!
Rojî ewel bû ke zanîm min ebê dêwane bim
’aşiqî to new’î mecnûn wa be kêw û herdewe
Merhemet ke zû biro qasd biro bilê derdî dilim
Nazî papoşt dekêşim min be toz û gerdewe
Min ke piştiwanî bala û boseçînî kulmetim
Çî dekem axir le seyrî bax û bey bem derdewe