Mistefa Dadar

Nûrî Ruxsarit Weder Xe

Bi dengê: Mistefa Dadar
Diyalekt: Soranî
121
Nûrî ruxsarit weder xe derdî bê dermane şew
Zulmetî zulifit leser rûte, le roj mîwane şew

Dwê şikur merdane, min rêm birde naw zulfî syat
Ta bizanin, xelkî mulkî dil, qelay mêrdane şew

Her le mexrîb ta beyanî bê wiçan dêt û deçê
Her le dûy xurşîdî xawer wêl û sergerdane şew
Kwêr û nabînaye êstake le daxî rojî rût
Boye reşpoş û feqîr û mat û bestezmane şew

Qedrî şew ça bigre ’aşiq, şem’ û perwane delên
Qedrî şew ça bigre çawim, şem’ û perwane delên
Soz û giryey şem’, her şew sotnî perwane şew
’aşiq û me’şûq le rojda xo deparêzin le xelk
Ger penay çakit dewê, bo ew duwe birwane şew