Nasir Rezazî

Dîdem Zara 2

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
113
Deway derdekem ayşê nalçey zêrî le kewşê
Awî gulan dedêrê mandû buwe destî dêşê
Herî ziryan xecalet bî toz le yarim nenîşê
Piştiwêndekey kirawe loyekî le dûy dexşê
Beyn û beynella cwane legel rocyar dedrewşê
Car care dîdem zara bem êware şedey lare
Girûy lê girtûm zara
Delê legelit nayem bom nekrî gul û gware

Şedey bestuwe biryanî desrokey tozê tîle
Qamkî bo engustîle berokî bo derzîle
Leser çî lêm torawe zîzbûnî bê delîle
Car care dîdem zara bem êware şedey lare
Girûy lê girtûm zara
Delê legelit nayem bom nekrî gul û gware

’entîke û zêdelawe çonî lê bikem silawe
Kiras mexmer darabî le balayda dûrawe
Ne kurte û ne dirêje leser pencey wêsawe
Leber ew dayke demirim memkî ser zarî nawe
Car care dîdem zara bem êware şedey lare
Girûy lê girtûm zara
Delê legelit nayem bom nekrî gul û gware

Ew qur’aney bitgirê hênat lêkit kirdewe
Sê carey destit dada bo mizgewtit birdewe
Boxot keyfim bo dekey be gerdinî zerdewe
Eminit malwêran kirduwe be henasey serdewe
Car care dîdem zara bem êware şedey lare
Girûy lê girtûm zara
Delê legelit nayem bom nekrî gul û gware