Çît beser hat boçî napirsî le êş û janî min
Ey gelawêjî geşawey rût le asoy gyanî min
Dête yadim lutkeyêk bûy bo bilindît min jyam
Wa ke êsta çole dewrim bote dozex jyanî min
To ke wa dûrî heta êsteş le bûnit dilnyam
Dêytewe heldêy le asoy xorî çawerwanî min
Çawekem kwêr bê be carê ger le yadim derbiçî
Çunke to bûy cêy sikala û hawdemî giryanî min
Honrawe: heme ’ezîz