Miryem Xanesaz

Tersa

Bi dengê: Miryem Xanesaz
Diyalekt: Soranî
112
Min fîdayî çawekanit hênde giryanim meke
To be cwanîy* zulfekanit dilperêşanim meke

Tîrî mujganit ewa danawe nêw ebro kewan*
Bew kewend û bew kewane tîrebaranim meke*

Ger wekû tersa dekey talanî ’eqil û hoşî min
Talîbî zînnare her wek şeyxî sen’anim meke

Dil le dewrî rûyî şemi’it şew wekû perwaneye
Ey çiraxî ’aşiqan wa men’î* sûtanim meke

Ger wekû tersa dekey talanî ’eqil û hoşî min
Talîbî zînnare her wek şeyxî sen’anim meke
Honrawe: emîn uşnûyî

*= ew beşane û ew wişane le honrawey şa’îrda be şêwey "’îşqî", "tîrî mujganit ke wa danawe nêw ebroy keman", "bem xedeng û bem kemane tîrebaranim meke", û "qesdî" hatuwe.