Îsmaîl Mihemedî

Kûrey Dil Germe

Bi dengê: Îsmaîl Mihemedî
Diyalekt: Soranî
112
Kûrey dil germen tuxwa wextî lalîşen
Bo fênkî dil giryan wextişen
Dezanî çawim pir le giryane
Dilekey herdikman bo yek şeryane

Yaxwa le lay min dûr nebî satê
Nek le ahî min bisûtê wilatê
Ey xwa le nalem asman sûtawe
Kûrey cehanim lêm daxrawe

Bê yar bê hawdem be tenya mawim
Le gêjî deryay xema xinkawim
Xem dilem lafaw bo gom birdûmî
Xelkan xem ekirn min xem xwardimî

Herçî ekefme bîr xweşîyekan zû
Ewîş xewê bû le desman derçû
Herçî ekefme tuxwa bîr xweşîyekantew
Wa ezanim aysew hayte lay desmew

Zindan kirawî ey xakim be ser
Nemirim le zîndan ewtêrme der
Xo min dezanim dey dileket naxoşe
Gerdûn xistûtye ew çale reşe

Nazarekey min, dildarekey min
Dos par û pêrar mewlû lêm buwe be dujmin
Boçî dat le ba tuxwa koçit betale
Nazarê wek to îtir mehale
Min çî bikem le des xwa zemaney bê po
Legel bedbextîm naka giftugo

Kilekey kêf tûr kem ke le çawu
Xo le leylaxa derçuwe nawu
Çawî reştuwe tuxwa be kilemûsayî
Bo cayel kuştin lêre wêsawî

Gonay le wêney wenewşey xweşbo
Xanzadey kurde û ’êlî cwanro
Ew la gonayet gulnarîm nîye
Eyjin le qyamet rizgarîm nîye
Ba şerit bê le dax tuxwa dilekey rencero
Nîşaney bextim zîr û zeber bo
Şerit bê le daxî tuxwa kemşertîyekey dos
Îtir negernim ne şem ne fanos
Min herçîk ekem derdîser eka
Gunahim nîye xweştim gereke