Emîn Gerdîglanî

Tenyayî

Bi dengê: Emîn Gerdîglanî
Diyalekt: Soranî
84
Min le firmêskî werîwî nîweşew tenyatirim
Herçî tenyayî le dinyadaye lew tenyatirim
Bê tirîfe û sard û lawazim le ser heldêrî şew
Min le katî xorinşînî mangî new tenyatirim
Hênd le sûçî konegîrfanî jyana mamewe
Zor le pûlêkî dirawî bê birew tenyatirim
Dilreşî çingî le qurgim nawe dengîş helbirim
Wam le tûley wişkî serdemda, le kew tenyatirim
Wişkebawer girtî wek jeng û kerû mêşkî zeman
Boye emro min le mirdûy gorî xew tenyatirim
Eşqî em şaxane bû rîşey pitew kirdim, dena
Min le pûşî ber demî ba bê wize û tenyatirim