Hatim wa berî beyan, tîşkî hetaw bibînim
Nemzanî nemawe taw asman tarîk ebînim
Hatim wa şiney şemal, cwanîy behar bibînim
Nemzanî werîwe gul zerdîy xezan ebînim
Royştî to koçit kird şadît legel xota bird
Ax ke dinya çen bêwefaye êş û derdî têdaye
Çî ebû ger jyan heta heta buwaye
Çî ebû ger talî qij her sya buwaye
Çî ebû ger sefer û koç hergîz nebwaye
Çî ebû ger jyan hemûy her xewn buwaye
Ne dilî kes le dûrîy dilê eşka
Ne ’umrî kes ekewte ber reşeba
Ne yad ebuwe kitêbî yadgarîy kes
Ne xak eygirte baweş azîzî kes
Royştî to koçit kird şadît legel xota bird
Ax ke dinya çen bêwefaye êş û derdî têdaye
Hatim wa berî beyan, tîşkî hetaw bibînim
Nemzanî nemawe taw, asman tarîk ebînim
Hatim wa şemî şewan nazî dilim bikêşim
Nemzanî lebatîy naz ax û hesret ekêşim
Royştî to koçit kird şadît legel xota bird
Ax ke dinya çen bêwefaye êş û derdî têdaye