Mihemed Danîş

Tîşkî Mangeşew

Bi dengê: Mihemed Danîş
Diyalekt: Soranî
87
Le ber tîşkî mangeşew
Leser nexmey qaspey kew
Bot enûsim wişey be kul
Leser perey naskî gul
Wişekanim xwênî dile
Firmêskî melî ser çile
Kilpey derûnî sûtawe
Tasey awatî xinkawe

Legel sirwey şiney beyan
Enêrim bot aramî gyan
Wek pepûle ke bo agir
Xoy ber eda le hemû gir
Ba namekeşim wek dilim
Têy ber bê agir û helm
Ew desteyey ke esûtê
Jîlemoyekî bo nûsê