Mihemed Danîş

Derdî Dûrî

Bi dengê: Mihemed Danîş
Diyalekt: Soranî
167
Derdî dûrît zor girane dilbera hîcran bese
Dil wekû perwane sûta çawekem giryan* bese
’aqlan şeyda debin rûbendî ser rût* lamede
’aşiqan kuştey cefatin qetlî mezlûman bese

Herçî bûm birdî be talan turkî mestî çaweket
Taqet û sebir û qerarim pê nema talan bese
Şahîdim firmêskî xwênîne ke to cergit birîm
’aşiqî rûtim eger teqsîre ger tawan bese

Ger qisey ’îşqî gul û bulbul le lat efsaneye
To gulî xendan û emnîş bulbulî giryan bese

Derdî dûrît zor girane dilbera hîcran bese
Dil wekû perwane sûta çawekem giryan bese
’aqlan şeyda debin rûbendî ser rût lamede
’aşiqan kuştey cefatin qetlî mezlûman bese

Honrawe: heqîqî
*= ew wişane le honrawey şa’îrda be şêwey "sûtan" û "rû" hatûn.