Zekerya Ebdula

Çawerêtim

Bi dengê: Zekerya Ebdula
Album: Laperey Sipî
Diyalekt: Soranî
57
Çawerêtim nazenîn min roj û şewane
Dil sûtawî maçêkî germî ew lêwane
Bêne bon kem le sînet ew cûte sêwane
Dilî şeydam ’aşiqe bo to çawerwane
Were cwanê min dinyam legel towe cwane
Destim bigre û ramale herçî derd û jane

To tenya awatmî min bê to jînim nawê
Axir to xot dezanî dilim kewtuwete dawê
Lêmgerê têr bim le to dil bika oxey tawê
Tuxwakey bezeyît bê be ’îşqî dilsûtawê
Em dile şêtem bigre û le deryay ’îşqit bawê

Çawerêtim nazenîn min roj û şewane
Dil sûtawî maçêkî germî ew lêwane
Bêne bon kem le sînet ew cûte sêwane
Dilî şeydam ’aşiqe bo to çawerwane
Were cwanê min dinyam legel towe cwane
Destim bigre û ramale herçî derd û jane

Dilî şeydam ’aşiqî çawî cwanî toye
Axir gulê ’aşiqibûn bê bone û bê hoye
Le dinyada ’eşq nebê hemû şitê diroye
Bê dildarî em jîne her girye û roroye

Were cwanê min dinyam legel towe cwane
Destim bigre û ramale herçî derd û jane

Bo esîrî ’îşqî xot maçê bêne be dyarî
Maçî lêwî şîrînî wekû xunçey beharî
Were malim awa ke le ewîn û dildarî
Jînim pir ke le şadî lewperî bextyarî
Were kes wek to nîye to cwantirînî yarî

To tenya awatmî min bê to jînim nawê
Axir to xot dezanî dilim kewtuwete dawê
Lêmgerê têr bim le to dil bika oxey tawê
Tuxwakey bezeyît bê be ’îşqî dilsûtawê
Em dile şêtem bigre û le deryay ’îşqit bawê

Çawerêtim nazenîn min roj û şewane
Dil sûtawî maçêkî germî ew lêwane
Bêne bon kem le sînet ew cûte sêwane
Dilî şeydam ’aşiqe bo to çawerwane
Were cwanê min dinyam legel towe cwane
Destim bigre û ramale herçî derd û jane