Tuxwa bese gwê nagirim lem qisaney her wekû berd
Deyşkênî dilî şûşem jînit kirdim be ah û derd
Tuxwa bese gwê nagirim le toy bê hest toy pir mebest
Dyare hergîz to nagorêy boye pencey ’eşqî xom gest
To rûxandit wirey ’eşqim be reşebay wişekanit
Birîndar bû dilim zor car be destî to û xemekanit
To şikandit xirûrî min, minêk be dil xoşim wîstî
Sadeyî min way le to kird her roj çîrokê helbestî
Îtir ne, îtir ne, gwê nagirim
Gwê nagirim, gwê nagirim
Îtir bese gwê nagirim
Bem qisane çak bizane carêk ejîm sed car emirim
Gwê nagirim
Ke detbînim le ruxsarit peşîmanît pêwe dyare
Peşîmanî le ’eşqî min, zor gileyît le rojgare
Boye demêke mandû bûy le lat sexte em rêgaye
Belam dilit be naçarî le jêr hukmî wîjdandaye
Îtir ne, îtir ne, gwê nagirim
Gwê nagirim, gwê nagirim
Îtir bese gwê nagirim
Bem qisane çak bizane carêk ejîm sed car emirim
Gwê nagirim
Min ezanim bezeyît dê be halî minî dêwane
Dena lay to xwahafîzî wişeyêkî zor asane
Îtir ne, ne, ne
Gwê nagirim