Bom bilê toze toze
Hewrî le milan aloze
Baskim we jûr serî de
Cehendem deşkê goze
Leber bedkar nawêrim lêy kem cejne pîroze
Were destim distoke bem germa û tep û toze
Awrî le min berdawe xalî şînî pîroze
Bejnirêkî wekû to le hîç kwê nebînrawe
Zulifit çinûrî kawan bê baran sewz kirawe
Birot mangî yek şewe çon wa cwan çemênrawe
Rûmet befrî gimoye xwênawî pya rijawe
Çawit pyaley mestane şerabî tê kirawe
Birjangit wêney peykan rast û tîj dadrawe
Cûte lêwî qeytanit leser yek danrawe
Didanit wekû mirwarî be wirdî rîz kirawe
Rûmet befrî gimoye xwênawî pya rijawe
Çawit pyaley mestane şerabî tê kirawe
Bom bilê toze toze...