Mihemed Mamlê

Baran Baran 2

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
52
Destî min we ban kelamulla bê
Le to şîrîntir ezîzekem meger ella bê
Baran baran, baran baran, debarê baran
Ey le çî degeray ezîzekem le gulî beharan

Şedêk derhatuwe le bokan bawe
’emir û ezîzim ezîzekem le serî nawe
’emir û dîdey min ezîzekem le serî nawe
Baran baran, baran baran, nim nim termî kird
’îşqî çawciwanu nazenînekem le dîn dermî kird

Le wilatî xoman kêwêk dyare
Be qed ew kêwe ezîzekem xem le dilim bare
Baran baran, baran baran, nim nim termî kird
’îşqî çawciwanu nazenînekem le dîn dermî kird