Berhem Hesen

Emşew Nîgat Tarmayîye

Bi dengê: Berhem Hesen
Diyalekt: Soranî
72
Emşew nîgat tarmayye le jûr serim sema eka
Dilim derwêşî tekyete le xaneqa du’a eka
Xefet mexo zemenêke le yekî dûr kirdînewe
Rojê dadê wekû caran be yektir şad bibînewe
Kes şik nabim bêcgele to lem şareda bimlawênê
Malî tenyayîm xamoşe wa xerîke heres dênê

Herçen ekem dengê nîye sebûrî bê bo gişt gyanim
Goçanê bê bo mandiwêtîm destim bigrê bo helsanim
Lew rojewey ke aşnat bûm her nawî tom leser deme
Xwa ezanê hezî ême wek ’eşqekey welî û şeme
Kes şik nabim bêcgele to lem şareda bimlawênê
Malî tenyayîm xamoşe wa xerîke heres dênê

Ba pêkewe lem jîneda tiruskey hez û hîwa bîn
Bo yek bijîn bo yek bimrîn helgirî alay wefa bîn
Ewsa jyan beheştêke min û to tyaye sawa bîn
Le amêzî yektirîda ta dinya mabê pîr nabîn
Kes şik nabim bêcgele to lem şareda bimlawênê
Malî tenyayîm xamoşe wa xerîke heres dênê

Were gyane be kamêray ew ruxsare kiş û matet
Wêney rengî zerdim bigre, bigre
Le elbume şêwawekey perey dilda bo ebedî helî bigre
Gyane min keşkolî xurbetim le şane û em wesyetet pê espêrim
Nek gelarêzanî temen bêt û îtir netwanim le dûrîşewe nameyekit bo binêrim