Leber ew çawet demirim carubar helyandênî
Razîm be malî dinya îmanim lê nestênê
Goçanî be dest girtuwe û deçê bo merşewênê
Yarim kîjî kurmance û pênsed begzadey dênê
Çawit pir xemze û nazin ya her wa pir le razin
Recaye key bitbînim yarî pir xemze û nazim
Detirsim zû netbînim heta min bêm bitxiwazin
Awrit le cergim berda kuştimit be zengî bazin
Deway derdim ew yare entîke û mezedare
Nawêrê serî helênê her delêy tewbekare
Bêcegele minî malwêran sed kes boy derdedare
Rebî mubarekî bê ew bazin û dû gware
Çawit pir xemze û nazin ya her wa pir le razin
Recaye key bitbînim yarî pir xemze û nazim
Detirsim zû netbînim heta min bêm bitxiwazin
Awrit le cergim berda kuştimit be zengî bazin
Leber çawim zor cwanî demhewê resimit bigirim
Rojê bîst û dû caran leber nîwnazit bimirim
Eger bibye helalim bizane qedirit degirim
Ew şanem mandû bibê bew şanî dît heldegirim