Giryan le hewr fêr bûm pêkenîn le wenewşe
Têkçûne legel yarê aştibûnewey zor xoşe
Car care, car care dîdem zara bem êware şedey lare
Girûy lê girtûm zara
Delê legelit nayem bom nekrî gul û gware
Barîkey xasekewê dilim bê to nasrewê
Zor lemêje be temam carê bom helnakewê
Le rêy kanî tûşî bûm pêm wit bitbînim şewê
Delê rêgaye berde çît le gyanî min dewê
Car care, car care dîdem zara bem êware şedey lare
Girûy lê girtûm zara
Delê legelit nayem bom nekrî gul û gware
Girtimit, kuştimit, birdimit, sûtandimit
Hey be tîley çawekanit le jêr xak çeqandimit
Sebir û qerarit birdim kemşertît legel kirdim
De biro wazim lê bêne besye min bo to mirdim
Girtimit, kuştimit, birdimit, sûtandimit
Hey be tîley çawekanit le jêr xak çeqandimit
Xemgîn û dilpeşêwim birwane barî lêwim
Eto mecbûrit kirdûm wey qur beser bipêwim
Girtimit, kuştimit, birdimit, sûtandimit
Hey be tîley çawekanit le jêr xak çeqandimit