Qijî nermî* wekû talî xoretawe
Be ser şan û qolî sipî perş û xaw
Nexmey şîrîn awazî pir* le denga
Wirşey serinc le naw çawêkî menga
Dirextekey ser kanîyekey baxî çem
Pê’ekenêt û gelay elên pir be dem*
Le bîrmane minal bûyn* lenaw baxa
Zerdey deman* eda be piştî daxa
To binware ew kanîye nazdare
Êstaş wêney herdûkmanî tya dyare
Qijî nermî wekû talî xoretawe
Be ser şan û qolî sipî perş û xaw
Qijî zerdî* wekû talî xoretawe
Be ser şan û qolî sipî perş û xaw
Nexmey şîrîn awazî pir le denga
Wirşey serinc le naw çawêkî menga
Xalîkî kal nexşêkî cwan leser rû
Bejin û balat wirdîle û rêk û helçû
Zerdexeney ew ruwe hî ew lêwe
Firîştey hestî* hî em dile bizêwe
Way lê eka bête sema û goranî
Bilerzênê telî awazî cwanî
Qijî zerdî* wekû talî xoretawe
Be ser şan û qolî sipî perş û xaw
Honrawe: kameran mukirî