Tahîr Xelîlî

Ke Mirdim

Bi dengê: Tahîr Xelîlî
Diyalekt: Soranî
40
Ke mirdim şîn û giryanit be min çî?
Leser termim lexodanit be min çî?

Ke nethêşt bey le baxî sîne birnim
Rinînî rûmetî cwanit be min çî?

Bihêle ser we kêlî gerdinit kem
Egîna ser le kêl danit be min çî?

Be zîndûyî be balorem nedwênî
Ke mirdim xetmî qur’anit be min çî?

Ke rêbwarit negirte sêberî xot
Sefay berderk û heywanit be min çî?
Honrawe: ’elî îsma’îlzade (rêbwar)