Hesen Zîrek

Hatewe Ba Bêtewe

Bi dengê: Hesen Zîrek
Album: Radyo Kirmaşan
Diyalekt: Soranî
34
Hatewe û ba bêtewe naskê le hemamewe
Dem we pêkenîn û dest we setil û camewe
Werin cêgay bo daxen deba xew bîbatewe

Erê ne xuda demkujê çawciwan ne boxom demirim
Erê ne xuda demkujê cwanê gyan ne boxom demirim
Were çunkê xerîbim hawar kes nagrê qedirim
Erê çunkê xerîbim cwanê gyan kes nagrê qedirim
Hatewe û ba bêtewe ba bêtewe ba bêtewe naskê le naw baxewe
Dem we pêkenîn û dest we gulebaxewe
Zûken cêgay bo daxen beşkem xew bîbatewe

Erê detirsim bimirim hawar be çiley zistanê
Erê detirsim bimirim cwanê gyan le kirmaşanê
Erê qel û dal bimxiwa hawar kes pê nezanê
Erê qel û dal bimxiwa xirxir kes pê nezanê
Hatewe û ba bêtewe ba bêtewe gul bêtewe naskê le naw baxewe
Dem we pêkenîn û bawiş be mindalewe
Werin cêgay bo daxen naskê xew deybatewe

Erê hey dad hey bêdad ey wey hey awedanî
Erê hey dad û bêdad dey bilê wey awedanî
Erê qebirim helkenin sûk biron le rêgay kanî
Delêm beşkem yarim bê cwanê pêmda birwanî
Hatewe û ba bêtewe gul bêtewe dey bêtewe naskê le naw baxewe
Dem we pêkenîn û bawiş be mindalewe
Werin cêgay bo daxen naskê xew deybatewe