Hesen Zîrek

Hey Naye Naye Seday Çawkalan Naye

Bi dengê: Hesen Zîrek
Album: Radyo Bexdad
Diyalekt: Soranî
34
Qedbarîkî çahelo bo to min bûm rencero
Qidbarîk û çawhelo min bo to bûm rencero
Tuxda le kinim danîşe se’at û nîwêk mero
*? le min ke se’at û nîwêk mero
Hey naye û naye û naye seday çawkalan naye
Cûtê kewşî lêm dewê girane û bom le kirîn naye

Delêy befrî kwêstanî sed maşela çen cwanî
Gewherê/êwarê*? dêto le kanî kuştimî gozey serşanî
Pêm gut awêzanit bim le şewrawê dezanî
Hey naye û naye û naye seday çawkalan naye
Cûtê kewşî lêm dewê girane û bom le kirîn naye

Erê şewê dîtim be xeyal qedbarîkey mêrdimnidal
Şewê dîtim be xeyal qed barîkey mêrmindal
Delêm destim desto ke qedit cwane bo şimşal
Baskim we jûr serî de memkit wêney pirteqal
Hey naye û naye û naye seday çawkalan naye
Cûtê kewşî lêm dewê girane û bom le kirîn naye

Paşda*? deçme bîtwênê xews le minî nestênê
Ax yarî*? lêw’alim cergim xwên dedelênê
Lêm me’lûm nîye bîlla bewro û besbê û bedwênê
Hey naye û naye û naye seday çawkalan naye
Cûtê kewşî lêm dewê girane û bom le kirîn naye

Deçme wilatî pişderî dirûst dekem xencerî
Ew segbabey pê dekujim çil qetilim bêne serî
Zyade lew ’ebdî xuda her min debme muşterî
Hey naye û naye û naye seday çawkalan naye
Cûtê kewşî lêm dewê girane û bom le kirîn naye

Henarî dane dane hengiwînî şane şane
Pirçî dezga û dûkane*? be milwênê herzane
Pêm gut awêzanit bim ta sibeynê ew demane
Rebî mêrde gulet bimrê bo xatrî ew qur’ane
Hey naye û naye û naye seday çawkalan naye
Cûtê kewşî lêm dewê girane û bom le kirîn naye

*?= ew wişaneman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le rêgey beşî "raportî hele" bomanî binûsin.
Zor sipas