
Ejdehak zîndanit qelaqelaye
Dîwarî konkirêt dergat* polaye
Ejdehak kunbire, sexte zîndanit
Narûşê be birben bendî giranit!
Hênd çeşin serbirn zîndanewanit *
Rengisûrin be xwênî bendîyekanit*
Dilreqît her roj çeşnêk sizaye*
Bo bendîy xawen hoş dête* kaye
Ejdehak! ey dêwî le bîr zirawçû
Ey naştay maranit be mêşk kirdû!
Ew mêşk tazaney zincîrit kirdûn
Le lêwî pêçalî merga ratgirtûn
Çaweryê fermanin be rêy nehata
Bibrêne ber tenaf le nore û kata
Mêşkyan, amancyan, hîwa û taseyan
Le peta bitasê wek henaseyan!
Belam to, ejdehak! le helpey xorak
Natwanî bikewî bo marî napak
Her egrî, ekujî, edey le gerdin
Mêşk derxiward edey be marî newsin
Ta rojêk ew xwêney be naheq riştit
Ew bîrey wat zanî yekcarî* kuştit
Taw eden demarî tenûrî kawe*
Ew çekuşweşêney rolekujrawe
Exroşê û ecoşê û komel yek dexa
Her helsa û ebînî zîndanit rûxa!
Ewe le her layêk le meydana mird*
Cêy şanazîye bo netewey kurd*