Heyfe kwêstan bew sere berzanewe her tem nebêEw teme pîroze sayeyî lew serane kem nebêXo be zêr naygormewe deştû wilatî xom belamMin serim têda deçê cêgem eger hestem nebêDujminim zor car be pîlanû diho rêy lê tenîmQet belam min pêm newesta dawî kes perçem nebêBê wefayî to gulim way kird belênim da îtirXem nexom bo wirde xalan kem kemû dem dem nebêŞew be yadî to eger ejno degirme baweşimKê heye firmêskî bo min helwerênê şem nebêSirwe xoy hel egrê bêşk areqî ser gerdinîGer be hîway baweşênî zulfî xatircem nebê