
Dosim were be narewa le bûnî min xo mebwêre
Serinc bide û be şineyî bo dastanim gwê radêre
Renge le nêw nexşekanda nawî mintan nehêna bê
Yan be pîtî nahezanim haşa le bûnim kira bê
Belam dostim dilnya be bûm û hem û natwêmewe
Le nêw dilî xelkî xomda be hîç hêzêk nabrêmewe
Rolekanim her sirûdî bûnî mine û deyxiwênnewe
Rêbwaranî rêy rizgarîm nawî mine û deylênewe
Min awêtey pêlî dîcle hewal hengawî furatim
Emin gewey sextî agirîm rizg û regey araratim
Min le naxî zagrosdam û qendîl û agirî û helgurdim
Xogêlkirdin sûdî nîye, bizir nabê zêdî kurdim
Beyanîyan katê gizîng lutkey kêwim rademûsê
Rengidanewey bûnî mine û tapoy hermanim denûsê
Çon win debim min le eşkî minalanî bawkikujrawda
Le nêw reng û rûmetzerdîy daykanî cigersûtawda
Min awêtey ’eşqî pakî kîj û kurî kurdewarîm
Le nêwe zerdey bizirkawî korpey dûra bextyarîm
Rojawayî zor lemewpêş nikûlîtan le bûnim kird
Peymanî şûmî lozantan be dyarî bo dujminan bird
Belam dyare eger ras bê roj û mang û asman heye
Yan le cêyekda eger ras bê rastî heye û jyan heye
Ewe raste minîş hem û qet win nabê kesayetîm
Legel xelkî gewrey xomda ta hetaye hem û dejîm