Necmedîn Xulamî

Dûy Rêbendan

Bi dengê: Necmedîn Xulamî
Diyalekt: Soranî
255
Bîrewerîy dûy rêbendan
Demxate ser beste û bendan
Rêbendanî rênwêne
Le dagîrker serşêwêne
Derî hawîşt towî dijî
Renicber bijî bijî bijî

Dujminî kurd cê pêy lêje
Ba bigêrîn gerelawêje
Şayî nedar û hejare
Ewcar hejar xoy serdare
Derî hawîşt towî dijî
Renicber bijî bijî bijî

Ho ho cûtêr çewsawey xeman
Xale! rêbwarî xeyalit nîştecê bû
Xeman neman
Be areqî berz û terzî naw çawanî kirêkarît*
Çinarî hîwa ba şîn bê
Le kozî rûy derdedarît

Melbend beharî têzawe
Qazîy mezin her wek kawe
Hêzî komelî le pişte
Hewday xawî hîwa gişte
Derî hawîşt towî dijî
Renicber bijî bijî bijî

Paş çend sal le nûr dûrîman
Helbû çiray cimhûrîman
Derî hawîşt towî dijî
Renicber bijî bijî bijî
Honrawe: sware îlxanîzade
*= em beşe le honrawey şa’îrda be şêwey "be areqî nêw çawanî berz û terzî kirêkaranit" hatuwe.