Kemal Gencî

Rêgay Ewîn

Bi dengê: Kemal Gencî
Diyalekt: Soranî
377
Rû le rûgey çaweket dadebestim noj dekem
Şerte xeyrî to gulm hîç gulêkî bon nekem
Min ke dorandim jiyan destewejno dest betal
Çon berew meydanê bêm katêk damna lo dekem
Al û darî malekem îşq şeydayî dile
Dujminî dil pir le to awedane hodekem
Sed hezaran kend û kosp bête ser rêgay ewîn
Taze min çon aşbetal rencî xom bêho dekem
Swênd be ruxsarî geşit qîbley dilî aweram
Rûm le her la bê gulim, rû le rugey to dekem
Şew beyadî biskî to xew le çawim nakewê
Roj be yadî çaweket peyrewî aso dekem
Rû le rûgey çaweket dadebestim noj dekem
Şerte xeyrî to gulm hîç gulêkî bon nekem
Min ke dorandim jiyan destewejno dest betal
Çon berew meydanê bêm katêk damna lo dekem

Dête bîrim ew demey yadî çawî kalî to
Dadexorpê ew dilem eşkî çawan ro dekem
Şew be yadî nîw nîgat çaw degêrim bo hîlal
Ta debînim mange şew yadî dû ebrot dekat
Xoretawan kolmeket mangî yek şew û dû birot
aşqêkim rojperest hez be mangî no dekem
Ta le to dûrim gulim karu pîşem zarîye
Roj hetakû şew le serit şîwen û roro dekem
aşqêkî dil pirim xem le naximda rwa
Ta xemî tom aşina, rû le şadî bo dekem
Bê bizey to qet nebû dil blawênêtewe
Têgeyiştum taze min şîn û ro bêho dekem