Qadir Elyasî

Bew Biçîm Biçîm

Bi dengê: Qadir Elyasî
Diyalekt: Kelhurî
353
Bew biçîm biçîm, bew biçîmewe
Dalehû xweşe yaran ser byeymewe

Wehare azîz aman wadey wehare
Wefrê dalehû yaran xal xal dyare
Tebî’et bergê taze kirde wer
Dunya gul geşte seyr ken seraw deyştû der
Heqme ger biẅşim azîz bew biçîmewe
Dalehû xweşe îmsal bew biçîmewe
Bew biçîm biçîm, bew biçîmewe
Dalehû xweşe yaran ser byeymewe
Îlyatîy zehaw yaran barbenî bîye
Werew dalehû azîz pêşwarî çîye
Hew hewû bew bew telmît barane
Germî bezmê nezim yaran reşdewarane
Şewî qirimzîw aman gul gulî le wer
Nazk endaman çiẅ berezay kemer
Bew biçîm biçîm, bew biçîmewe
Dalehû xweşe yaran ser byeymewe

Xwey arayş das aman êlaxat le nû
Kuçû kuçbare yaran werew dalehû
Pir le şadîye yagey hewaran
Bezmê xweşîye yaran le jîr dewaran
To mewla iẅşim azîz bew biçîmewe
Dalehû xweşe îmsal bew biçîmewe
Bew biçîm biçîm, bew biçîmewe
Dalehû xweşe yaran ser byeymewe
Telmît: kotelî şîwen, wilaxî zînkirawî barge lê nirawî razaweye ke jinî axa ya kwêxa swarî debê
Espî kotel: espî zînû lixawkiraw bo pyawêkî gewre

Zor sipasî mamosta Qadrî berêz dekeyn ke deqî em goranîyey bo nardîn