’îşqit berew şêtîm deba min ewende hogrî tom
Dûrît xeme û pêkeweş bîn birwa nakem be çawî xom
Çaw deyewê winit nekem, dil deyewêt lêt danebrêm
Xom demewêt henaset bim, be naw rohta birom û bêm
Eger bistêk le min dûr bî, dilim late û çaw le rêtim
Ta dêytewe hêlaney dil dûr le balat elêy şêtim
Min dilî xom daye dest to benyazîş nîm bimdeytewe
Belam tuxwa bo kwê roştî min bê dilim, zû bêytewe
Her be mercê legel to bim giring nîye bijîm bimirim
To beharî minîş nêrgiz be tenha gul bo to egirim