Şehrîbana Kurdî

Helebce

Bi dengê: Şehrîbana Kurdî
Diyalekt: Kurmancî
97
Hey gidî dinyayê!
Dinya bi xweşî û bi zilm bû!
Ma qey tu têra însana nakî?
Te însanên xweş û delal çêkirîye û bi afirandî
Bo çi çavê însanan bar û têr nabê?
Geh li ser te xweş dikin û
Geh dûman û ewrê reş û tarî bi ser te de dibarînin?
Hevdu diqelînin
Hey gidî însan! Bo çi çavên te têr û bar nabê?
Ma rûkê dinyayê têra te nakê?
Pêr Nagazakî, Hiroşîma?
Doh li Vîyêtnamê?
Û îro li Gulistanê
Ma Helepçe hindik e
Sal 1988, meha Adarê
Gulê Newrozê disa dipişkivîn
Ewrên reş û tarî li ser Newrozada hatin
Be kêf û şahî, bê xweşî Newroza dîsa serê xwe barkirin
Û tovê xwe berda binê erdê dan
Ji bo carek din şîn werin

Hey lê lê wey lê lê
Ferman e
hawar, hawar, hawar, hawar
Dîsa li me ferman e
Li jor tête gire-gir û hume-huma bavirok û têyaran e
Her der xistiye nava agir û mij û dûman e
Li jêr tête qîre-qîra zarokan, hawara dayik û bavan e
Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek ji caran e
Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim
Weke Mehabat û weke Berzan e
Îro dîsa li Deşta Silêmaniyê, li kêleka Hindirîn, li bajarê Helebçê
Fermana me Kurdan e,
ferman e, ferman e ferman e ferman e ferman e…
Dîsa hatin qelandin zarok û zêç tev dayik û bavan e
Ax hawar, hawar, hawar, hawar…
li me ferman e, ferman ê
li min ay, ax birîndarê we me

Erê hey lê lê lê lê…
hey lo lo…
Hawar Kurdno hûnê bikin bilezînin
Hûnê kaxiz û pênûsekê bibînin binivsînin
Dinya alemê pê bihesînin
Serok û rêberên Kurda li hev bînin
Bila yek bi yek bin ji halê me re tiştekî ji dinyayê re binnivsînin
Bila xelk û alema pê bihesînin
Da ku çarekê ji halê me Kurdan re bibînin
Me ji bin vê bindestiyê derînin hawar hawar…
Heyfa Gulistan ku îro dişewitînin
Agir li serê me Kurdan dibarînin ax de ay ay lo lo
ax de li min birîndarê we me gişa ax ax