
Pole çira be şewqeket delê ke qaremanî to
Qelay emîrî sarimit delê ke nîştîmanî to
Dengî qetarî mamlê delê ke şadmanî to
Mêjû be renge sûrekey delê umêdmanî to
Mehabadî sorannişîn kur û kiçit bijîn, bijîn
Herçî le xakî pakî to heldekewê bilîmete
Erkî leserme xakî yarane gelêk be qîmete
Zemzeme awî kêwekanit pirî hêz û hîmmete
Şî’rî hejar û hêminit wîrdî zimanî mîllete
Mehabadî sorannişîn kur û kiçit bijîn, bijîn
Ew deme helperîne çend xoşe xiroşî pencekan
Çun be tewawî yektiryan girtuwe şoregencekan
Yek bigirin be ’eşqewe berzeçya biden tekan
Hêzî weha ’eta bikey bem gele zatî lamekan
Mehabadî sorannişîn kur û kiçit bijîn, bijîn
Şîwenî daykî nîştîmane be fexan û daxewe
Girgirî berzî katî newroze le qulqulaxewe
Topî şemalî lendî şêxane deçêtewe baxewe
Hewhewî newnemamî sorane le sablaxewe
Mehabadî sorannişîn kur û kiçit bijîn, bijîn