Cemal Xembar

Enfal

Bi dengê: Cemal Xembar
Diyalekt: Soranî
102
Herçî mînay dilekan bû helyanwerand
Ew hemû goze cwaneyan şikand
Ew hemû kanî û aweyan gwêzayewe
Herçî kelekî jinan û sekoy êwaranî ber malan bû
Herçî qîble hebû
Qîbley nwêj û qîbley ’îşq û qîbley şorş
Her hemûyan wird û xaş kird
Em ceneteyan be awî xetakan bexşî
Em hemû nwêjeyan le du’akan bêberî kird
Em hemû şarezûreyan kirde tenûrêk bo nanî
Em hemû xolemêşeyan le pişkokan nîgeran kird
Ewan
Ewan ke hatin werze alekanî ’edemyan pê bû
Ewan ke hatin rewe kulley naw mîhnetekanî mêjû bûn
Heway dozex hênabûnî
Ke hatin
Ke hatin mewsimî goranî û şewqî ew hemû saleyan
Xiste çalêk agirewe
Ew hemû dergayeyan leser tenyayî rohekan daxist
Ew hemû xewneyan beser çilêkî wehşetewe cê hêşt
bertîlekanî minalî û çirokanî bera’etyan her be sewzî
bo *? firê da
Ewan her le ezelewe her wa bûn
Cwantirîn gemeyan kuştin
Û naskitrîn wişeyan xwên buwe
Ewan ke hatin
Ke hatin herçî malî sipî kiçe ’azebekan hebû rûxandyan
Herçî hêlaney awrîşmî ’îşq hebû sûtandyan
Ewan awêney hewzêkî lîxnîşyan nehêştewe
Direxte rîşsipîyekanî awayî le berya desniwêj helgirin
Ewan ke hatin rewe kulley paş mîhnetekanî mêjû bûn
Bay dozex helîgirtibûn
Herçîyan kird
Herçîyan bird
Xoyan û xwa û tiraktorekan nebê
Kes neyzanî
Kes neyzanî

Pawanekanî muhîbbet
Pawanekanî muhîbbet ger emcare ziringeyan lêwe bê
Xafle le rêy ’ecemewe nagerêtewe
Emcareyan xaflekan le '’er’er'ewe dênewe
Emcareyan xaflekan le '’er’er'ewe dênewe
Kolwane û gozey şikaw û qorîye çay becêmawî hêşta germî êweyan pêye
Horey kujraw û reşmalî bênaz û feqyaney ter û xwênawîy êweyan helgirtuwe
Xaflekan le '’er’er'ewe dênewe
Hemû şitekanyan pêweye êwe nebê
Pûzewaney bê qaç û çawezarî şikawî ser dergay fîrdewse rûxawekanyan bar kirduwe
Lewêwe le wilatî byabanewe dênewe
Êweyan legelda nîn, na
Be nawî êwewe memleketêk le jêr limda
Mîrinşînêkî bê mîr û bebê re’yet
Wilatêkî bebê ala û bê sirûdî nîştîmanî lewêda
Lew sehrayeda î’lan kira
Be nawî êwewe le pêşekî çapî deyemî încîlda
Mesîh nûsîbûy
Kê enfalim bo exate ristewe
Le xaçekem dême xwarê
Û serî xomî pê ebexşim
Qaflekan lewêwe le memleketî limewe
Bo êrey bê agir û êrey bê baran dênewe
Qaflekan pirn le mî’rac û fanos û darî ’ûd
Pirn le noqil û mêwjî hemû şewe mubarekekanî êra
Şewanî beratî êwe nebê
Gelay hemû yadgarîyekanyan pêye
Nûze û heniskî êwe nebê
Hemû tablokanyan helgirtuwe
Portirêtî rûy melûlî êwe nebê
Qaflekan hênde bê mirwetin ke dênewe
Gerimtirîn hewalî dinyayan pêye
Dwaxeberî malawayî êwe nebê le xak
Êwe ke geyştine ewê
Hêşta ke bonî reyhane û bonî mêxektan lê ehat
Êwe ke geyştine ewê
Byaban be hawarekanî xoy wit
Serincê lem gule hesretîyane biden
Elêy taze le naw beheştewe hatûn
Ke geyştin goranîtan bîr çûbuwewe
Be naw dirzekanî zemînda be çiray huznewe
Bo tirpey dilekan
Bo qumêk xoşewîstî
Û bo çingêk hewrî sebûrî egeran
Lew êware sextaneda kê eytiwanî azarêktan jîr katewe
Kê eytiwanî azarêktan bilawênê
Êwe ke geyştine ewê hemû şitêk tewaw bibû
Hemû şitêk
Rengî qedertan le rengî sehra eçû
Be bêdengî erjane încanekanî mergewe
Lew memlekete bê kenarey limda
Agir ke seyrî ekirdin şermezar bû
Êwe ke geyştine ewê
Demêk bû xol barîbuwe ser dil û çawtan
Demêk bû kaxez û cizdan û defterî ber baxeltan
Be xwênî em koçe ter bibû
Êwe ke geyştine ewê

Sal direnge feslekanî çawerwanî beser çûn
Û qaflekanîş geyştin
Û êwe çawêktan helnebrî
Êwe nameyektan nenard
Bebê geranewey êwe fîraq dwa wîstigeme êsta
Bebê pêkenînî êwe giryan dwa cîlweme êsta
Toş ey zakîrey enfalkirawim deringe xot ko kerewe
Direnge xot ko kerewe
Be dyar êwareyêkewe damenîşe estêrey têda hel nayêt
Çawerwanî hatnewey minalêk meke destekanî pirn le dûkel
Çawerwanî çî ekeyt
Îtir gozekan le kanî nayenewe
Kiçe esmerekan lecyatî suxme û memkidan
Gulezenbeqî mirdin be singyan helewasin
Direnge xot ko kerewe
Sal direnge feslekanî çawerwanî beser çûn
Û qaflekanîş geyştin
Û ewan çawêkyan helnebrî
Ewan nameyekyan nenard
Ewan nameyekyan nenard
Ewan çawêkyan helnebrî
Direnge xot ko bikerewe