Menûçer Elîpena

Derdî We Malê Asman

Bi dengê: Menûçer Elîpena
Diyalekt: Kelhurî
202
Yey kel mesêg ha şariman
Berze çene çnaregan
Çewî rejin we mîl giyan
Nawî çirin we xwar û ban
Yekî yekî û duwan duwan
Derdî we malê asman
Dengê berzê hirîkegey
Şeqey xweşê nazê xeney
Ta wew dem qeşengew tîyey
Xeydeme hûr baxê bey
Ey çew kew xweş ser zwan
Derdî we malê asman

Wextê ke serwîn neyde ser
Ya selte û zunê keyde wer
Ya şal besîde qey kemer
Her tane deyde mang û xwer
Nawî çirin we keşkeşan
Derdî we malê asman
Î kel mese wîney nîye
Ta ger kefêdew î rîye
Çiman frîşteyg hatîye
Daxim kesîg lelî dîye
Zirey xew le çewim peran
Derdî we malê asman

Namê xuda biken eray
Herçî gidare ha le say
Xwerîş şewane ha le lay
Zemîn xwey xeyde jîrê pay
Ey şûx û şengê çew ciwan
Derdî we malê asman