
Desa rêgam biden xelke legel xoma kemê bidwêm
Wekû firmêskî çawî xem beser dilma kemê birjêm
Kemê birwanme ew rêçkey ke pêm tya girt û pya hatim
Heta êstaş serî neyda le dergay şarî awatim
Metalay kem perey mêjûy jyanî salî rabirdûm
Hemû ’umrî be nasor û hemû rojêkî babirdûm
Şiney ser’aw û naw baxê nebû gyanim bibziwênê
Çiroy bext û hîway cwanîm be espayî bipşikiwênê
Le baweşda le jêr sayey qijêkî xaw û pexşana
Leber tîşkî çiray cwanî nemamêkî direxşana
Beyanî lê wêney baran şine û aweng beser lêwma
Beser gyanî peşokaw û beser balay çil û çêwma
Beharêkî nebû jînim bilêm xoşe behar wa bê
Legel bûkî hîwa xozgem nedî carê be zawa bê
Dilopê mey çîye nemçêşt le camêkî ter û ala
Legel yarê le gulzarê le kwêstanêkî xalxala
Nimey baranê her neyda le şetil û ’umrî nakatim
Sepanî her newîst carê bilêm çî werzî nehatim
Leser rêma nebû darê le sêberya heta tawê
Wiçanê ba leşî mandûm kemêkîş lêk binêm çawê
Le meyxaney şewa ba bê meyî xestî hezar sale
Weha gêj ka serî kasim nezanim ’umrî xom tale
Desa ey xem desa hawrêy şew û roj û hemû satim
Destit rabgire bo destim zebûnim rûberût hatim