
Erê ’emir û çawekem yare zêrî hejde ’eyare
Ba leser balay berizit ba bidrêm le sêdare
Erê ba bête xwarê û bête xwar hate xwarê le darê
Baskim we bin serî de naskole û [gêl]gêle darê
Erê ca wekî le min qewmawe yarebî le kes neqewmê
Le wilatî mukiryanî kes nîye hawarî bermê
Bab û daykî lêw’alî tûrn namdenê nermê
Ca leser ew haleş le yar zorî lê dekem şermê
Erê ba bête xwarê û bête xwar hate xwarê helîmê
Baskim we bin serî de bilê naskole û nazenînê
Erê derdêkî way dawmetê kafir halim nebînê
Ca gelî dost û biraderan bom bigêrn germeşînê
Ey delên lêre nemawe çuwe bo çîn û maçînê
Erê ba bête xwarê û bête xwar hate xwarê le darê
Dinyam lê buwe be zirêbar hey leber şedelarê
Kes nîye bînêrme kin yar bo bas û bo xeberê
Herkes etoy le min kird ba wek emnî beserê
Ca ser û malim defroşim bo dû çawî dulberê
Erê ba bête xwarê û bête xwar hate xwarê le darê
Dinyam lê buwe be zirêbar hey leber şedelarê
Erê feslêkî gelêk xoşe nêwan mangî beharan
Kwêstan derazênewe xêl heldekşên bo binaran
Dû şit yekcar zor xoşe bo sebûrî dildaran
Ca gerelawjey şewane, helperînî êwaran
Erê ba bête xwarê û bête xwar hate xwarê helîmê
Baskim we bin serî de bilê naskole û nazenînê