Hemereuf Kerkûkî

aşiqî Bê Dil

Bi dengê: Hemereuf Kerkûkî
Diyalekt: Soranî
22
’aşiqî bê dil denalî, meylî giryanî heye
Bêşke hewretrîşqe tawî baranî heye
Çawî min dem dem derêjê awî saf û xwênî geş
Da bilên deryay ’umane durir û mercanî heye

Perçemî rû dadepoşê, pêçî zulfî pêçeye
Da be rojîş pêy bilên şem’î şebustanî heye
Asmanî husnî mehbûbem le ebro û zulf û rû
Dû hîlal û dû şew û dû mahî tabanî heye
’aşiqî bê dil denalî, meylî giryanî heye
Bêşke hewretrîşqe tawî baranî heye
Çawî min dem dem derêjê awî saf û xwênî geş
Da bilên deryay ’umane durir û mercanî heye

Lehzeyêk û lemheyêk çawim be çawî nakewê
Kê delê wehşî xezale meylî însanî heye!
Dil muşebbek bû leber êşanî nîşanî mujet
Heyfe qurban! axir em nîşaneyî şanî heye
’aşiqî bê dil denalî, meylî giryanî heye
Bêşke hewretrîşqe tawî baranî heye
Çawî min dem dem derêjê awî saf û xwênî geş
Da bilên deryay ’umane durir û mercanî heye
Honrawe: nalî