Hemereuf Kerkûkî

Çibkem Nîme Çare

Bi dengê: Hemereuf Kerkûkî
Diyalekt: Soranî
25
Dil le hîcirit wa le xemda, mahî rûxsarim* were
Zexme derdim* bo fîraqit, zû be luqmanim were
Ax çî bikem nîme çare
Dermanim nîye lem şare
Yarî xome û lêm bêzare

Sed diktor hat û ’îlacî em birînaney nekird
Sed tebîb hat û ’îlacî em birînaney nekird
To ’îlacî zexmekem ke, sa be hawarim* were
Ax çî bikem nîme çare
Dermanim nîye lem şare
Yarî xome û lêm bêzare

Ger ezanî çend peşêwe halekem bo dîdarit*
Sed ewendey zulfekanit dil perêşanim were
Ax çî bikem nîme çare
Dermanim nîye lem şare
Yarî xome û lêm bêzare
Honrawe tahîrbegî caf
*= le honrawey şa’îrda ew şwênane be şêwey "rûxsarim", "cergim", "amanim" û "dîdenit" hatuwe.