Bênam Tahîrî

Şehîd

Bi dengê: Bênam Tahîrî
Album: Vînos
Diyalekt: Soranî
98
Derûnî pir şor û tasem hewargey yadî yarane
Hemû dem be yadî ewem herêmî dil gulbarane
Yaranî tamezroy çake ewîndarî cwanî û pakî
Ewaney bêzar bûn le şew balyan girt berew rûnakî

Ewaney le rêy baweryan le dinyay rûn çawyan poşî
Tal bû layan jyanî dîlî xoşawî hermanyan noşî
Katê zistan hate zêdman dagîrî ka be yekcarî
Yaran be sîney pirgulyan beharyan hêna be dyarî
Yaranî koçkirdû êsta danîştûy melbendî nûrin
Hêzî henaw, somay çawin gerçî bereng lêman dûrin