Şêrko Bêkes

Êsta Kiçêk Nîştimanme - Beşî Yekem

Bi dengê: Şêrko Bêkes
Diyalekt: Soranî
83
Êsta kiçêk nîştîmanme

Wa hat ’aşiqan!
Wa xoy hat! be poşakî gelarêzanewe wa hat!
Be nozde salî zerdewe be nozde çiray tarîk û be nozde zamî sewzewe legel pepûle payîzey xerîbana berêweye û dê bo latan! tikam waye wextê geyşte berdemtan tikam waye le naw asmanî bîstina balindey gwêtanî benê! le çawtana temaşatan geş geş helken desken be sîney xotana û legel maçî dîmaneda sêwî diltanî bo helden! ew qesîdey bay weştêkî birîndarî ser şeqam û naw malekanî xotane 'ba'yekî êcgar dilişkaw baranêkî na’omêd û kitêbêkî bêzar le zimanî xoy û eme hîkayetî xedir û şanonamey axawtinî cûley ceste û dest û pencey yek be yekî hemûtane wa hat ’aşiqan! wa xoy hat em ’aşiqe legel xoya nîştîmanî gul û sûtwî helgirtuwe û legel xoyda dîrokêkî qurbanîtan bo dênête em holewe wa hat ’aşiqan!
Wa xoy hat! min 'kameran'm yekem diroy nûsaw û berceste be xomewe nawekeme! her wek ewey 'dirdong' nawî 'dilnya' bê û 'qaqir'yiş nawî 'daristan'! dîsanewe wekû dwênê û wekû pêrê û par û pêrar rojêkî tirî swawme û dîsanewe her xom suxrekêşî xomim û bêwaz bêwaz palnan be bêzarîmewe berdewame
Demew ’esre û çun çir û çawî nîştîman hewa girje û
Gerek mone û çend 'hezar'êkî çirç û loç le gîrfanî pantolêkî xemgînmaye û elêy pişîley ber germay bêtaqetim xaw û xilîçk le malewe eçme derê rojî swaw ne çirkey le xulekî gîr ebê û ne xulekî le se’at û ne hîç şitêkî pêwe bend ebê û ne hîç şitêkîş hergîz etwanê tundî bikatewe! maneweyêkî bêhûde û
Sûraneweyêkî bêhûde û winbûn le naw boşayîda
Lem rojjimêrey êsteda
Se’at lih roj
Heftih lih mang
Mangîş lih sal wers bûh
Min lih xoma lih naw xoma rengim lih rengim bêzare û
Dengim lih bûnim bêzare
Her lem kolaney êmeda derga le çwarçêwey xoy û
Şûşe le pencerey xoy û
Sîley kolan le kolan û
Kolan le der û dîwar bêzare
Bêtaqetî letekmaye û hengaw enê yan sêberme yan hawrê
Wextê egeme naw şarîş serinc edem
Şoste le şeqamî xoy û
Wişe le zimanî xoy û
Nihom le telarî xoy û
Dukan le camxaney xoy û
Hemû şitê le şitêkî xoy bêzare
Le naw mina bêzarî hênd çir buwetewe xom ebînim bêşelanim û
Geralêkî naw zimakim û
Talê hetaw nagate lam
Min be tenha her temaşay perit û perşî payzane û dû destî pence pejmurde û dû qaçî le leş wersî ser şeqamî êwaranêkî dûbarey heta şewî cadey seholekem heye û hîçî tir ne
Ewey hemû roj lay min kurt û kurtitir ebêtewe her jyane
Ewey berdewamîş dirêj dirêj ebêtewe sêberî jan û zîgarî xemekane
Lem nexşeyeda bêzarî zelkawêke û
Hemû rojê çendîn keret sermanî tya nuqim eken
Hemû rojê min epirsim le çî eçim!?
Çêştî tirşaw!?
Tenekey xol!?
Zêrabî mal!?
Le çî eçim!?
Le êsteda wa hest dekem min xol û pûş û pelaşî werzî namoyî xomim û
Awêneyêkî şikawî wird û xaşî bêhûdeyî û tenyayîm û
Nîştîmanîş wa ebînim buwe be giskêkî gewre û
Hemû rojê leber demî mêjûyekî bî derbestida giskem eyat
Min gencêtîm ewende bê rêz kirawe le xewnîşa xom ebînim yan bûm be teyrêkî gul û yaxud be mêş
Werisbûn çîye!?
Dilêke leşî xoy aferoz kirduwe yan melêke hemû asman leber demya be qed seqfî qefesêke
Lem rojjimêrey êsteda be her şwênêka têperim bêzarî tarmayyêke û le pirêka peyda ebê û leber demma ra’ewestê

Beyanît baş! min nawim 'bulbule'e xelkî em baxçeyem demêke baxewanêkî tûreman lê peya buwe ne gulê, ne darê, ne melê bê aga bûn çon hatuwe û kê kirdûyetî be baxewan bêcge le xoy baxewanî lexobayî nahêlê be dilî xom bixiwênim elê to firînit şûme û goranîyekî lasarî elê to be qed rîqneyêk rêzî nîştîman nagrî pêm elê em hemû nawzirandinî ser û sinewber û darsêwane le pay çî!?
Pêm elê to weriskerî, werisker beyanyan zû pêş 'ba' û pêş kazîwe û ber le nîştîman xoy le xew hel’esî be cûkecûk mêşkî em dirextanet birduwe! to xewt le aw, le gul, le gya ziranduwe em hemû zerdezîrey pirsyarane çîye eyanurûjênî?
Pêm elê ew denûke denûkî xot nîye! boye bêzar bûm û emewê em baxçeye becê bêlim û
Le daxana serî xom helgirim û
Rû bikeme baxçeyekî dûr dûrî henderan!
Aw
Bêzarî xoy birde lay regekan
Regekan birdîyane lay nawqedî darekan
Nawqed birdîye lay liq û pop
Liq û pop birdîye lay pij û po û gelakan
Ewanîş birdîyane lay çawdêr û
Û ewîş birdîye lay serokî şarewanî û
Û ewîş birdîye lay nîştîman
Nîştîmanîş hîç gwêy negirt
Leser cadey seholeke rawestawim
Nîwem xewnî mirdûy xom ejmêrê û
Nîwekey tir buwete zerdey kiz û mandûy xorinşînî çawanim û
Le cestema bo berewxiwar da’egerê
Le qerax şar egeme kenarî êwaran
Bêzarî her legelmaye

Êwarew baş min nawim 'metre'ye metrey erizpêwan bêzarim bêzar ewe çen sale komeledestêkî nîştîman le binarî ew şaxewe heta naw şar emkenewe û ram’ekêşin carî wa heye min çend car tewaw ebim belam ewan erzekanyan tewaw nabê! bêzarim bêzar bêzar jimareyekim nîye cestey jan neka û şewan neyken be nalenal! elêm lewaneye rojê wextê îtir bê hîwa bûm her xom be xom bixinkênim û yaxud îtir le tawana hestime serpê û xom heldem û elqe elqe biçme milyan?!
Egemewe naw tarîkî û naw hejarî û berdem malê
Min xom roj bûm belam piryan kirdim le şew
Min xom gomîlkey nêrgiz bûm piryan kirdim le tînwêtî û pûş û pelaş
Min boxom îste û ayndem keçî swarî mêjûyekî konyan kirdim
Xelxanêk û şimşêrêkî jengawîyan daye desim
Birdîyanmewe bo naw qelay tamarekanî rabirdû
Ke wilat bû be çetewwilî hereşe û çî dergaye lêy daxsitî îtir şitêk nîye lewa hergîz to pêy bilêy xoşewîstî min telaşim yan koterem!? hemû carê xom ebînim gêjawê xulim edat û embate binî binewe û le nakawîş helm edate serewe ne eweta be êcgarî nuqim bim û ne ewetayş hetakû ser her le serê bimênmewe!
Leser cadey seholeke rawestawim
Le dûrî dûrî dûrewe
Be qirxeqirx 'ba'yekî pîremêrd dêt û
Simêlêkim lê ba eda û leber demma îstêk eka û
Seyrî lê dê ke le tuxmî ewîş bim û lewîş neçim
Seyrî lê dê hewrêkî tazey parawim le dengaye û
Helkirdin û give û qisem naçnewe ser lêrewar û dolekanî bapîranim
Seyrî lê dê xom dabrîwe le dengî û naçmewe ser ew awêne pîrozaney be dîwarî mozexaney cestey ewa helwasrawin
Seyrî lê dê
Ew erwat û min des ekem be henawma û ro eçim û be birîna şor ebmewe û herçî xeltey diroy melas û çî xeltey şanazîye ke ber egirin le awî rewanî rohim û zeynim topel topel deryan dênim
Des egêrim benaw dilma
Rehim be hestî xom nakem
Rehim be azarî xom û hîç nezîfêkî xom nakem
Des egêrim milî mêjuwekey xom egirim berî nadem
Hetakû helî ekêşim û berew ewperî bêbakî tûrî edem
Min nazanim
Çitêk hatote rohmewe
Min nazanim
Çi nawêkî lê binêm û çonî bang kem
Kobûnewey birûskeye û ewîş nîye
Min nazanim
Panxwardnewey werisbûne û ewîş nîye
Min nazanim
Tenha ewende ezanim ewey hatuwete rohmewe
Dwênê nîye û hergîz hergîz le baw naçê û
Le kes naçê û
Kavlêkî dahatuwe
Belam bêzarî ewserî wa le kûrey tûrebûna yaxud le naw girkanêka
Ew satey eteqêtewe laşawekey şarî mirdû ra’emalê û
Demamkî nîştîmanîş le serewe heta ber pê da’emalê

Leser cadey seholeke rawestawim
Min temenim nozde mome û lew nozdeye fûy nîştîman sê çwarêkî hêştuwetewe bo şewqî bize û pêkenîn nozde balindey naw xewnî lawêtîm û lew nozdeye saçmekanî nîştîman sê çwarêkyan hêştuwetewe bo çirîke û bo helfirîn nozde henasey berdêkî sererêgam nozde bilqî qîrî cadeyêkî hawîn nozde qawxe fîşekî şerî nawxo nozde tîkey le qurg gîraw nozde gorewî kunkun û nozde sikalay winkiraw nozde valyom bo nozde şew nozde salîş le naw zerfêkî betala!
Leser cadey seholeke rawestawim
Gencim wekû hendê dirextî ser şostey
Şan û mil û qij polayî piştigwêxraw
Tazem wekû tazetrîn bêhîwayî
Nwêtrîn rengî tenyayî
Gencim wekû ’elageyêkî rengînî firêdraw
Eweta herdû pêkewe 'ba' emanba û
Herdû her xişexşiman dê û
Ew le tenekey betal û liqî dar û pêçkey maşên û kursîyekan gîr ebêt û
Lemlayşewe min le mîlî xewlêkewtûy se’atekanî bêkarîda da’alêm û
Le qaç û qolî nîştîman
Herdû her xişexşiman dê
Herdûkîşman leberxowe
Le tirsî çawî tarmayî
Jêr sêberî penayêka tûre û bêzar
Boleman dê

Nîwero baş
Min nawim kîsele ewe çend sale lem gwê gome hemalî ekem a ew kuneş malekeme belam dwênê çend qaçêkî nîştîmanim lê peyabûn tûre û tiro be nûkeşeq heta ew xware birdyanim pêyan witim: le ber berjewendî 'aw' û ew şaxane leber berjewendî huma û baz û ew hemû kelekêwyane
Ebê biroy
Ebê biron
Heta zuwe êre çol ken çunke heval helozade wa benyaze le dway newroz
A em aste le serewe heta ew ser bikat be kêlgey nazdarî gulî xeşxaş! min gwêm lêye lêre xak nirkenirkêtî û enalênê û ewendeyan lê dizîwe lemserewe heta ew serî fîdralî hemû cestey kunawdere

Em katew baş min nawim '’edalete' leser zemîn çawêkî xwa û destêkî xwam ewetey hatûmete em nîştîmanewe kes namnasê û kes nambînê û ewey nawî nebê minim min lêre tenham hemû şewê be çirpakey xomewe embestinewe pilasterêkîş eden le demim em nîştîmane ewende riqî le mine her helêkî bo helkewî serim ebrê min be asanî nadzirêm belam lêre eger agam le xom nebê emdizin û emfirênin maskekey min ebestin û tirazuwekem hel’egirin û eçne derê bo naw xelk û silsar silsar elên ême nek ’edalet xudayekî tazehatûy em wilateyn! em dest bew destî nezanî û pence dizra em qaç bew qaçî nezanî û rêge dizra em çaw bew çawî nezanî û serinc dizra em bal bew balî nezanî û firîn dizra sarumare
Sarumare em dîrokî deselatî serzemîne û bonî demî dirokanî em rojgare!
Leser cadey seholeke rawestawim
Belam dilim wa le naw miştî 'ba'yeka
Hêwaş hêwaş le goyjewe dête xwarê û
Sûtûy cestey jinêk dênê û
Leber lûtî nîştîmana fûyek le sûtuweke eka û
Înca elê
Yadgarê bo serwerît
Her westawim û
Belam rohim xoy be talî baranêka helwasîwe
Her le taleqjî daykim û
Xuşkekanim û
Le neslî mûy payzêkî bêwejnî kolanekey ême eçê
Rawestawim
Belam çawim kewtote naw ew camewe
Ke jinêkî derwezeker leber pêy xoya dînawe û
Nawbenawê ziringeyêk le naw cameka helesê û
Lêreyşewe legel ewa çawî minîş da’eçlekê

Şew baş!
Şew baş! min nawim kirasî jinaneye ewey nîştîman pêy şerme bîkate berî xoy minim! em mêjûy nêre em nîştîmanî simêle tenha carê minî nekirde ber hetawê
Ber coge awê ber şûşe gulawê ewaney minyan le ber kird: gisk bûn û mencel bûn û tenekey xol ewaney minyan kirde ber: bejnî dirêjî xerîbî û bejnî tenyayî û azar bûn ewaney minî pê bexşîn her bêdengî û qifil û têla û şirîxekanî qamçî û cil û bergî derdedar bûn min nawim kirasî jinaneye ewey agay le min nebê û gwêy le hawarî min nebê gwêçkey tepî nîştîmane! min mêynem! min serapa hemû cestem le gunah û pirsyarî rûtî heram pêkhatuwe! le yekem rojî bûnmewe berdî recim le qumatmewe pêçrawe û nîştîman tifim lê ekat!

Leser cadey seholeke rawestawim
Leprêka nîştîman be xoy û kilawî alakeyewe
Be xoy û rêklamî rîş û simêl û
Armî poprey nêrêtîyewe
Be xoy û medalyay pirhereşey ser singîyewe
Be xoy û şimşêrekey 'ey reqîb'ewe
Be perî gîv û mexrûrî tawsîyewe
Komelê çekdarî çawzeq çawzeq le piştîyewe
Sing derperîw
Dête lam û be dû pence tewqeyêkim legel ekat û
Des eka be erşîvî fexir lê nîştûy baxelya
Sî-dî sirûdêkî tazey em rojgareym edatê
Înca zerdexenêyêk le corî zerdexeney misînî deskird eygirê wek pêm bilê
Min nîştîmanî taqaney hemû dinyam
Ewsa erwa û becêm dêlê

Em katew baş! minîş hatûm
Min cwanûyekî bêkarim xelkî kerkûkim kurî newt û gazim û kurî ew hemû borî û çalane belam ewey be rêkewtîş neyanbînim ew bawkanen leber ewey berdewamîş esûrêmewe le hemû kesêkî dî zyatir nîştîman ebînim belam cexar hemû hîle û kurjinekanim be ba çûn û hemû simkolekanim gergesan bûn û em nîştîmane pîroze gwêy lêm nebû reşebayş witî
Ew hemû givegve û her gwêy negirt
Çexmaxe witî
Ew hemû birûske û dagîrsan û dirjanane û her gwêy negirt
Baxçe witî, şeqam witî, bazar witî
Qelem û defter û kîlge û lêrewar û
Teyr û twal û ajel û ew hemû pelkegya û gela û
Mêrûle û qelebaçke reşpoş û
Kerwêşkî hetîw û
Ew hemû wişe xemgîn û
Ew hemû payîze bêwejnane
Be dem zirîke û qîjewe hawaryan kird
Belam em nîştîman pîroze her gwêy negirt
Hawar xoy witî ewe çen sale
Le nûzey minalîmewe
Heta êsta demim nawe be gwêçke pan û porekanî em nîştîmane serzilewe
Ewe çen sale em hemû gelarêzane û em hemû dest û pencerêzane û em hemû nîgarêzane yek le dway yek rewaney naw gwêçkekanî ew ekem
Hemûyan eron û
Belam kesyan nagerênewe
Nazanim lew gwêçkaneda çîyan beser dê
Kê ebînin!?
Egene kwê!?
Nazanim

Leser cadey seholeke rawestawim
Sî-dîye tazekey nîştîman be desmewe û
'ba'yek be çirpe pêm elê
Ke nîştîman îşî pêt nebû xoy dê bo lat
Her ew kateyş zerdexene eygirêt û dête pêş û maçit eka
Wextê ke îşî pêt nema
Eger xudaş le beyna bê û tikakar bê
Nayê bo lat
To nîştîman em sirûde çî lê bikem
Eger hênawte bo ewey wek hemûcar
Le cêgey nan qisey sewz û sûrim batê
Bîberewe
Ba şax û dax gwêy lê bigrê
Eger hênawte bo ewey le batîy mal
Le birî kar, le cêy jin
Belênî bê qaçim batê
Bîberewe ba kursîyekanî perleman gwêy lê bigirin

Merheba gyane merheba! min nawim kursîye kes neyzanê min eyzanim em hemû çeqoy xedrane em hemû cogey xwênane em hemû maskî dizîyane em hemû rejûy riqane leser mine! leser danîştinî ser min ekirên! belam nalên kesyan nalên leser mine! hemû elên leber çaw û balay cwanî azadîye! leser şîrî sawayane leber awe leser nane leser gule û leber hêlaney çoleke û leser şalawî nawextî gelegurgî dewr û bere belam nalên kesyan nalên leser mine û leber mine! kelawey qutabxaneyêk hawarî kird: çendîn werze nanî belên be hengiwînî xeyalewe exoyn çendîn sale diruşim û şî’ir û bangeşe û peyrewî nawxo û bername û sirûdî taze û kon exoyn! şeqamêkî mandûyş witî: "be dengî pêy rêbwarana
Sikî xalî û sikî têrî em zemane le yektir cwê ekemewe dengî qaçî sikî xalî be hal egate gwêçkem û
Dengî qaçî sikî têrîş hênde qursin emlerzênin!" tenekey berdemî dergay male qurê
Witî şewêk tenha be yek pijmînî xwa îtir min çûm be asmana û nehatmewe û
Lew şewewe heta êsta min be dewrî serzemîna exulêmewe! bermîlî berdemî dergay telaremalêkîş witî: her be tenha paşmawekem hênde qurse
Be gerekêkî birsêtî helnagîrê!
Birsêtît baş!
Min nawim 'nan'e
Lew şwêney zorim pê’ekenim û
Lew şwêney kemim egrîm
Min û hewa û aw û azadî û cwanî
Komelê xuşk û birayn
Hemûman le yek dayk û bawkîn
Bawkiman xake û serzemîne û
Û daykiman jyan
Min êsta le zor şwênî em serzemîneda bêkesim û be kul egrîm
Belam hemû carêk 'ba'yêkî genc lay azadîyewe dêt û
Dest ekate milim û maçim ekat û pêm elê
Xem mexo herwa tenya nabît
Xem mexo minit hem
Min îste lêre hemîşe le pirse dam
Pirsey gulegenim
Pirsey aw
Pirsey daristan
Welê hemûcarêkîş
Hetawêkî rasparde le lay ayndewe dêt û
Des ekate milim û dilnewayîm ekat û
Pêm elê xem mexo herwa ta hewa tarîk bû lêwbebar nabî
Xem mexo minit hem

Le malewe rojê sifrekeman witî: "le nêw êmeşa bextekan le yektir cyan! tyamanaye û gelê zorin ew sifraney hetîwbar û bêwejnin û tenha carêk 'serî xoyan' nedîwe pir bê le qapî sik bextewer!" bîrim naye nanêkî min le dilewe pêkenî bê û kewçkêkim witbêtî: "wa têrim xward!"
Leser cadey seholeke rawestawim
Serinc le sî-dîyeke eyem
Leser bergekey nîştîman xoy ebînim
Le berdem şaxêkî berza rawestawe
Wekû şepqe hewrêkî kirduwete serî û
Pê’ekenê û be dû penceyş nîşaney 'v(v)' dirûst eka û
Be fîzewe nîşanî xwa û xelkî eda
Zimak= nisê, ew şwêney hetaw naygirêtewe
Zîgar= şewnxûnî
Tamar= şebeh, tarmayî
Havil= netirsan û mil pêwenan
Silsar= bêşerim
Sar û mar= zor bogen
Gergesan= lenawçûn, wird û xaşbûn