

Etom nawê, etom nawê
Dostim heye etom nawê
Taze lew axîrî ’umre
Dilî xom naxeme dawê
Be yarim wit îştyam lête
Witî bexwa xalim şête
Emin şêt nîm etom kesî
Baxewanî xot nanasî
Lîmoy baxeket bijmêre
Be mame pîrey bispêre
Taze qîsmet hate êre
Bo şwênêkî dîm menêre
Etom nawê, etom nawê
Dostim heye etom nawê
Taze lew axîrî ’umre
Dilî xom naxeme dawê
Xozgem bewey yarî cwane
Le nêw cehêlan sultane
Xozgem bewey dostî cwane
Le nêw cehêlan sultane
Ke demrê saheb îmane
Boy ’etir dê î kamtane?
Î biçkolekey nawtane
Qedemtan ser ew çawane
Herçî bilên ew fermane
Etom nawê, etom nawê
Dostim heye etom nawê
Taze lew axîrî ’umre
Dilî xom naxeme dawê