Mistefa Dadar

Peçet Lade

Bi dengê: Mistefa Dadar
Diyalekt: Soranî
110
Gyanekem wexte le dûrît per û balim bête der
Her wekû mecnûn bo leyla şêt bim û bim derbeder leylê

Rût û qût û herdegêl bim yar û yawer mar û mûr
Cennetim nawê bebê to nek perî û xîlman û hûr

Min ke razî bim be wehşet çîm le erbabî sefa
Deba min nemênim
Roj kwêr û şew bibînim xêr û xoşîm bê cefa
Ba min nemênim

Ca îtir çî bê umêdim
Ca îtir çî bê umêdim leylê min be çî dil xoş bikem
Ya ebê çî bê xorakim şerbetî jar noş bikem
Ba min nemênim
Wek nexoşî bê hekîm û ya minalî bê memk
Ya wekû emnî bêçare ba be şêtî kewtime
Kê ebê îtir wekû min talî’î xwar bextî reş
Têçeqî bê ta çeney lew qurey dewr tepereş

Be dûta wêlim selit û sawade
Kolan be kolan cade be cade
Neşmîley çawciwan pêçeket lade, peçet lade
Neşmîl çawkale pêçeket lade, peçet lade

Perçemî lûlit xistuwe be lada
Lence û lareket wek perîzade
Şermî pê nawê peçeket lade, peçet lade
Şermî pê nawê pêçeket lade, peçet lade

Egrîcet leser kulmeket lade
Cêy hezar naz û sûd û mirade
Bimkuje be şerit pêçeket lade, peçet lade

Xomim bo sêdar kirduwe amade
Xwênim le toley toda azade
Memkuje be naz pêçeket lade, peçet lade
Be dûta wêlim selit û sawade
Kolan be kolan cade be cade
Neşmîley çawkal pêçeket lade, peçet lade
Neşmîley çawciwan pêçeket lade, peçet lade