Mihemed Ebas Baram

Ey Çawşînî Perçemkul

Bi dengê: Mihemed Ebas Baram
Diyalekt: Soranî
40
Ey çawşînî perçemkul
Xoşim ewê hey pir be dil
Eger meylit leser bê
Le pênawta ha cerg û dil

Nazenîn û derdî dil
Gonaw altir le hî gul
Bo to hêzim nemawe
Her le nalenalî dil

Tenha her to mebestî
To tarî hoş û hestî
Nîgay çawekanî to
Dîlî bûm wek gul xistî

Ey çawşînî xir û xol
Şox û şeng û nerim û nol
Le meylit dûrim nekey
Şêtêkim le herd û çol

Ey çawşînî çawciwan
Tozêk bom be mêhreban
Boçî sozit nemawe
Her xomim, yarî caran