Elî Xizrî

Dûrît Azarê Be Jane

Bi dengê: Elî Xizrî
Diyalekt: Soranî
367
Dûrît azarê be jane
Be jantir le gişt azarê...!
Belam gulim dilnya be
Sed ewendey dî bejan bê
Mehale tom le bîr berê...!
Kwêr bim dilim
Ger ew koçem
Be dilxwazî xom kird bê...!
«ger na kwêr bê
Ewey way wîst
Ke dil le dilberî dûr bê»
Paş ew hemuwe sale tase
Ae û hesret û henase
Paş ew hemuwe sale dûrî
Azarçeştin derbederî
Ger rojê bê û bitbînmewe
Delêm bê bitgirme amêz
Bitnûsênim be xomewe
Her dû destim wek milwanke
Balênim le gerdint, maçî bikem
Bê hetakû tewqî sert
Belam neha ey dil bo dûrît perêşanim
Dûrît azarêke be jan
Zamêke beso û bê hetwan
Ey şoxe kiç
Ey nîştman
Ey Kurdistan...